ŞANLIURFA
Kurdên sûriyeyî yên ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, di konên ku ji bo wan li Tirkiyeyê hatine vegirtin de dijîn. Şert û mercên jiyana penaberan a di konan de dijwar e.
Ji penaberên ku ji ber şerê di navbera DÎŞI û hin hêzên kurdan de çêbû revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê hin kes di navendên AFADê yên ku ji bo penaberan hatin amadekirin de hinek li cem xizmên xwe yên li navçeyê û hinek jî li gor derfetên xwe dijîn.
Xezal Îsmaîla 55 salî ya ku digel malbata xwe li Şerana gundê li ser Kobanê dijiya revî û hat xwe sipart Sirûcê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Sûriyeyê digel malbata xwe dijiyam, em bextewar bûn, lê ji ber şer em hatin me xwe sipart Tirkiyeyê û li vir bûn penaber.
Îsmaîlê got em li gundê xwe digel zarok û zêçên xwe dijiyan, zarokên min dixebitîn û me debara xwe dikir û wiha dewam kir: "Li wir ereziyê me bax û baxçeyên me tunebûn. Tenê xaniyekî me hebû lê em bi hevdu re dijiyan û bextewar bûn. Me her tim ji bo li herêma me şer neqewime dia dikir."
Îsmaîlê wiha got:
"Ji ber şer em revîn. Me mala xwe terikand. Em bûn mihacir. Me encax canê xwe xilas kir. Me ne karî em eşyayekî xwe ne jî cil û lîbasên xwe bînin. Hemû tiştên me li wir man. Heta min ji bo zivistanê dims çêdikir ew jî nîvco ma... Xwedê ji gelê Tirkiyeyê razî be, ji bo me deriyên xwe vekirin. Ji bo me kon vegirtin."
- "Zarokên me ji bo parastina bajêr li wir man"
Xatîce Eliyê jî got ku em ji ber şer û pevçûnan revîn û hatin Tirkiyeyê û wiha got: "Niha zarokên me li wir in û ji bo parastina bajêr li dijî DÎŞIyê şer dikin. Lê hemû sivîl mecbûr man ku ji herêmê derbikevin."
Eliyê got ku berê Esed heman zilm li me kir û wiha berdewam kir: "Niha 3 zarokên min li Kobanê li hemberî DÎŞIyê şer dikin. Digel zarokên xwe yên din ez li vir di çadirê de dijîm. Ne nivînên me hene ne jî tiştekî me yê din."
Eliyê got ku ew hêvî dikin ku di demeke kurt de şer û pevçûn bi dawî bibin û ew vegerin welatê xwe.