ENBAR
Hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyon û artêşa Iraqê li bakur û rojavayê Iraqê êrîş birin ser milîtanên DÎŞIyê û 61 milîtan hatin kuştin.
Fermandarê Operasyonên El-Cezîra û El-Badiyeyê Tuggeneral Ziya Kazim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Artêşa Iraqê li bajarê Enbarê êrîşên esmanî birin ser konvoyeke DÎŞIyê û 30 milîtanên DÎŞIyê di êrîşan de hatin kuştin."
Kazim got ku di konvoyê de ji bilî 20 wesaîtan 2 tank û 2 tankerên sotemeniyê hebûn.
Fermandarê Hêza Operasyonê yê Enbarê Reşîd Felîh jî diyar kir, DÎŞIyê li bakurê Enbarê êrîşî yekîneyeke leşkerî kir û 20 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Serpelê Pêşmergeyan Şîrzad Zahulî jî got ku balafirên şer ên koalîsyonê li Zimara nahiyeya Mûsilê û li rojavayê başûrê Mûsilê êrîşên esmanî birin ser kozikên DÎŞIyê û di êrîşan de 11 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin, balafirşikênek jî hat îmhakirin.
Ev demek e li Iraqê valahiya otorîteyê heye û ji ber vê yekê jî li gelek herêman di navbera hêzên ewlekariyê û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn derdikevin û DÎŞIyê hin herêm hildan bin kontrola xwe. Balafirên şer ên DYAyê û artêşa Iraqê êrîşî hin baregehên di destê DÎŞIyê de ne dikin.