DÛHOK
Rêxistina Terorê DÎŞIyê serê pêşmerge Hucam Ebdirrahman jê kir û toka wî kir stûyê xwe. Malbata Ebdirrahman ji ber mirina malxwê malê hêsîr û perîşan bûn. Lewra 2 jê astengdar 11 zarokên pêşmerge Ebdirrahman sêwî man û jina wî jî wek barana biharê hêstiran dibarîne.
Pêşmerge Ebdirrehmanê 45 salî di 6ê tebaxê de li Mûsilê di şerê ku li hemberî DÎŞIyê hat kirin dîl ket û di 21ê Çileya Paşîn de jî ji hêla rêxistinê ve hat serjêkirin. Hat hînbûn ku kujer Mûvaffik Esedê serê pêşmerge jê kir û pêşmerge ji heman navçeyê ne. Esed û du birayên wî alîgirên DÎŞIyê nin. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin du birayên Esed hatin kuştin û ji bo heyfa wan jî serê pêşmerge jê kir.
- Li pey wî jinebiyek û 11 sêwî man
Malbata Ebdirrehman li Berdesora gundê Berdereşa navçeya Dûhokê di xaniyekî yek qatî de dimîne û şîna wan hêj li erdê ye. Ebdirrehman 20 sal e ku pêşmergetiyê dike zarokê wî yê herî biçûk yek salî û yê herî mezin jî 24 salî ye. 5 jê qîz 6 kûr bi tevahî 11 zarokên wî hene. Du zarokên wî astengdarin û du kûrên wî jî wek wî pêşmerge nin.
Jina Ebdirrehman, Merarî Elî ya 45 salî ji roja ku mêrê wê ket destê DÎŞIyê û heta îro reş girêdaye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di dema xeberdana xwe de xwe negirt û hêstir ji çav barîn. Eliyê destnîşan kir ku ew ne îro ev 6 mehe şînê dike, serê wê bilind e lê dilê wê bi kul e.
Jina Ebdirrehman got ku mêrê wê di 3ê tebaxê de dema ji malê derket pere li serê tunebû ku deyne malê û ji ber vê jî pir li ber xwe ket û bi wî awayî çû û wiha pê de çû: "Zirara mêrê min ji tu kesî re tunebû. Ev 6 mehe ku em şînê dikin. Me dikot îro sibê wê cinazeyê wî bê. Tu xeberek ji me re nedihat. Em ji rayedaran dixwazin ku bila cinazeyê wî ji me re bînin. Bila goreka wî hebe. Zarokên min sêwî man. Mêrê min ji ber ku welatê xwe diparast mir. Ji ber vê serê me bilind e û dilê me bi kul e. Tiştekî ku ji destê me bê tune ye. Xwedê alîkarî hemû kesên ku welêt diparêzin be."
Dayika pêşmerge Hemîn Ahmeda 75 salî jî wiha got: "Terorîstan serê kûrê min jê kir û ew şehît ket. Êdî ez dixwazim ku goreka wî ya ku ez bikaribim li ser jê re dia bikim hebe. Ya herî xerab jî ewe ku kesê wî kuşt jî ji navçeya me ye û kurd e."
Ji kûrê Ebdirrehman Evîn Hucamê (24) astengdar destnîşan kir ku bavê wan ji bo wan bavekî pir fedakar bû û wiha pê de çû: "Bavê min wezîfeyên xwe yên dînî bi cih dianî. Bi nimêj û Qûran xwendinê ve dest bi rojê dikir. Me hemûyan li gor îslamê perwerdekir. Niha van zalimên ku tu eleqeya wan bi Îslamê re tuneye bi awayekî hovane bavê min ji ber ku welatê xwe diparast, kûştin."
- "Bi awayekî serbilind mir"
Omer Hucamê 18 salî ku ew jî wek bavê xwe pêşmergeye diyar kir ku bavê wî "li ser şerefê xwe" mir û di dema dîltî û roja înfazê de wek leşkerekî bêdeng tevgeriya û wiha dewam kir: "Bavê min dema ku wê serê wî jê bikirina jî tu tişt negot. Wek eqîtekî mir. Ev du sale ku ez jî pêşmerge me û dîmena bavê min ez jî di nav de ji bo me hemû pêşmergeyan bû ders. Em li vê derê sûcekî nakin, bi tenê welatê xwe diparêzin. Em bi awayekî baş hîn bûn ku heke em bikevin destê dijminan jî, ji wan hêvî û rica nakin û bi awayekî bêdeng li benda mirina xwe disekinin."