24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefin Dizayî got ku xeta Kerkûk û Yumurtalikê ji 17ê sibatê vir va naxebite û wiha dewam kir: "Em PKKê berpirsê êrîşê dibînin. PKKê beriya niha jî êrîşî boriyê kiribû û hildabû ser xwe."
Daxuyaniya Dizayî li ser malpera fermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat weşandin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew berpirsê teqandina xeta boriya neftê ya Kerkûk û Yumurtalikê PKKya rêxistina terorê dibînin û wiha hat gotin: "Mixabin ev beriya niha jî bi çendîn caran hat kirin. PKKê çend roj berê peymanên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê da tehdîd kirin. Bi taybetî jî tehdîdên ji bo boriya xaza siruştî eşkere ye. Ev jî delîlekî eşkere ye ku berpirsê êrîşê PKK ye."
Dizayî daxuyand, hikûmeta herêma Kurdistanê ji nefta ku îxrac dike, mehê 380 milyon dolar qezenc dike û wiha dewam kir: "Em bi vê dahatê mehaniya karmendan didin. Mehanî nêzî 800 milyon dolarî digre. Mebesta sereke ya hikûmetê ji bo temînkirina mehaniya karmendan planek e. Lêbelê mixabin firotina neftê û dahatên din ên navxweyî têra mehaniyên karmendan nake."
Dizayî destnîşan kir, ji ber ku der û dora xeta boriyê ya ku PKKê teqand bi mayîn e, temîrkirina wê dirêj bû û wiha dewam kir: "Heftêyek e neft nayê sewqkirin. Herêma Kurdistanê di nav vê demê da nêzî 100 milyon dolarî zirar kir."