Sinan Doğan
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Îbrahîm Reîsiyê Serokomarê Îranê di geşta xwe ya Amerîkaya Latîn da herî dawî çû Kubayê.
Reîsî li Balafirgeha Navneteweyî ya Jose Martiyê ji hêla Bruno Rodrîguezê Wezîrê Karên Derva yê Kubayê va hat pêşwazîkirin.
Rodrîguez di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku bi dilgermî pêşwazî li Reîsî kirin û got ku "Em 44emîn sala peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Kuba û Îranê da pîroz dikin. Ev ziyareta fermî dê xurtbûna têkiliyên dualî bidomîne û pêk bîne ku em peywendiyên di sektorên hevpar da konsolîde bikin."
Hat ragihandin ku dê Serokomarê Îranê Reîsî îro li paytextê li Meydana Şoreşê beşdarî foruma kar bibe.
Tê zanîn ku di navbera herdu welatan da di serî da transfera berhemên biyoteknolojî, nenoteknolojî, endustriya dermanan, ewlehiya xurekê di gelek mijaran da peyman hene.
Reîsî piştî ziyaretên xwe yên Venezuela û Nîkaraguayê wê geşta xwe ya Amerîkaya Latîn bi Kubayê temam bike.