12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
ANKARA
Pozê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Enqereyê Fatîh Şahîn di pevçûna Lijneya Giştî ya TBMMyê de şikest û hat emeliyetkirin. Serokwezîr Bînalî Yildirim çû nexweşxaneya ku Şahîn lê tê dermankirin û ew ziyaret kir.
Piştî ku madeya pêncemîn a pêşnûmaya guherîna zagonê hat qebûlkirin, Yildirim ji meclisê çû Nexweşxaneya Guvenê û Şahîn ziyaret kir.
Yildirim ji doxtoran agahî hilda û jê re got Xwedê şifayê bide.
Ji bilî Yildirim Cigirserokê TBMMyê Ahmet Aydin, Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî, Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Vejenê Berat Albayrak, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag û hin parlamenterên din jî bi Serokwezîr re çûn ziyareta Şahîn.
Yildirim û kesên pê re 30 saet şûnde ji nexweşxaneyê derketin.
-"Divê Serokê Giştiyê CHP lêborînê bixwaze"
Cîgirserokê Komê Turan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em rastî rewşeke ku li Tirkiyeyê û demokrasiyê nayê, hatine.
Turan got ku çi dibe bila bibe, çawa di 15ê tîrmehê li hember gel bi ser neketine, dê ev êrîş jî bên berterefkirin. Tûran wiha dewam kir: "Her tişt li ber çavê milet qewimî. Rêziknameya navxweyî û teamûl eşkere ne, dema ku em li gorî rêziknameya navxweyî û teamûllan wezîfa xwe dikir, mixabin me dît ku kursiyê ji cih derdixin û dagirl kirin. Dema ku hevalên me xwestin li hember vê miameleyê bisekinin êrîşî hevalên me kirin. Fatîh jî ji van kesan yek e. Hêviya me ew e ku di demeke kurt de bê ser xwe. Niha rewşeke derasayî nîne. Pozê birayê me Fatîh emeliyat kirin niha rewşa wî baş e. Îhtimal heye çend roj şûnde ji nexweşxaneyê derkeve."
Turan got ku em naxwazin rewşên wiha ku li demokrasiyê nayên biqewimin.
Turan diyar kir ku gel çi bixwaze wê ew bibe û wiha got: "Patron gel e. Ji xeynî daxwaza gel tiştek nabe. Ev pakêt jî dema ji Meclisê derbas bibe em ê bibin pêşiay gel. Gel çi bixwaze wê ew bibe."
Turan destnîşan kir ku bi Şahînê Alîkarê Serokê Giştî ra xeber daye û got hin parlementerên din jî birîndar bûne û wiha dewam kir: "Ji ber ku tiştekî wiha qewimî ez şerm dikim. Li gorî min divê Serokê Giştî yê Partiya Gel lêborînê bixwaze."
- "Tevgerên wiha bi partiya mixalefetê ya sereke nakeve"
Mehmet Muşê Cîgirserokê Komê destnîşan kir ku dema dor hat ser AK Partiyê Cîgirserokên Koma CHPyê bangî hevalên xwe kirin û kursî dagir kirin.
Muş diyar kir ku vê helwesta CHPyê bi partiya mixalefetê ya sereke nakeve.
Muş diyar kir ku Tirkiyeyê par di 15ê tîrmehê da hewleke derbeyê derbas kir û wiha dewam kir:
"Derbekaran dixwastin ku di 15ê tîrmehê da parlementoyê ji dewrê derbixin. Ya ku vê gavê parlementerên CHPê dixwazin bikin, ya ku derbekaran di 15ê tîrmehê da dixwast bike, bi sifetê parlementeriyê xwestine bikin. Me destûr neda vê yekê. Ez hêvî dikim ku wê ji vir şûnda pêşiya pêşiya parlementoya ku cihê tecellîgaha îradeya gel e, negirin. Ev li partiyeke mixalefeta sereke nayê. Heke gotineke we hebe, bibêjin. Mafê xwe yê hiqûq û rêziknameya navxweyî bi kar bînin, ji bilî wê millet çi qas raye dabe we hûn ew qas dikarin rayeyan bi kar bînin. Ev rewş hîç nexweş bûye."
Mehmet Muş diyar kir, wan her çend hişyarî da Cîgirserokê Koma CHPê jî, wan paşve gav neavêt.
Muş destnîşan kir, îşxala kursî di çarçoveya planekê da hat kirin û wiha dewam kir: "Diyar e ku hatiye organîzekirin, diyar e ku amadehî hatiye kirin, bi merîfeteke wiha mixabin kursî hat îşxalkirin û xwestin ku xebatên Meclisê asteng bikin."