Ahmet Dursun
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Fedahuseyn Malikiyê parlamenterê Îranî got ku di navbera Tehran û Washingtonê da hevdîtinên rasterast "ên ne fermî" hatin kirin û di hin hevdîtinên nerasterast da jî gihaştin encamê.
Malikiyê Endamê Komîsyona Polîtîkayên Derva û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisê ji Kulûba Rojnamevanên Ciwan ên girêdayî televîzyona dewletê ya Îranê weşanê dike ra axivî û got ku di navbera Îran û Amerîkayê da di hin mijaran da hevdîtinên rasterast û nerasterast hatin kirin.
Malikî da zanîn ku hevdîtinên nerasterast der barê serbestkirina heyberên rawestandî yên Îranê û guhertina girtiyan da bûn û got ku "Hin mizakereyên ku bi navbeynkariya navbeynkaran va bi Amerîkayiyan ra hatin kirin bi ser ketin. Bi Amerîkayê ra hevdîtinên me yên rasterast jî hene lê ev hevdîtin fermî nînin."
Di demên dawîn da di medyaya navneteweyî da dihat îdiakirin ku Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Îranê Seîd Îravanî û Nûnerê Taybet yê Îranê yê Qesra Sipî Robert Malley çend carab li Amerîkayê hatine bal hev. Medyaya Îranê jî ragihandibû ku Amerîka û Îran li Ummanê hevdîtinên nerasterast dikin.
Ji ber mueyîdeyên yekalî yên Amerîkayê li Iraqê nêzikî 10 milyar dolar hebûnên Îranê dane sekinandin û hatibû ragihandin ku jê 2 milyar Û 700 milyon dolar di 10ê Hezîranê da serbest maye.
Herî dawîn rojek berê Berdevkê Karên Derva yê Îranê Nasir Kenanî piştrast kiribû bi Amerîkayê ra hevdîtinên nerasterast dikin.