ÎSTANBUL
PEWa Navenda Lêkolînê, der barê DÎŞIyê de raporek amade kir û di raporê de diyar kir ku herî zêde welatiyên Rûsya û Tûnisê tevlî rêxistina terorê DÎŞIyê dibin. Pisporan encamên raporê wiha nirxand "Zordestiya siyasî terorê bi hêztir dike."
PEWa Navenda Lêkolînê ya ku li paytext Washingtonê ye, di raporê de diyar kir ku DÎŞI "lîçeke terorê ya kurewî" ava dike. Di raporê hat destnîşankirin ku kesên ku ji bo tevlî şer bibin diçin herêma Iraq û Sûriyeyê gelek in û di nav van de hejmara welatiyên Rûsya û Tûnisê zêdetir e.
Lêkolîner û Nivîskarê Libnanî Elî Huseyîn encama lêkolînê wiha nirxand: "Li ser qismekî civakê zordestiya siyasî heye. Hin alî bi zanatî ji hêla mafên civakî û aboriyê ve tên îhmalkirin. Ji ber ku ev kes nikarin ji bin bandora vê zordestiyê xwe xilas bikin, serî li rêyên xirab û nebaş didin."
- Di nav DÎŞIyê de herî zêde şervanên rûsî hene
Huseyîn îdia kir ku di nav rêxistina DÎŞiyê de hejmara şervanên rûsî herî zêde ye, her wiha em kirinên Rûsyayê yên li ser Çeçen û Misilmanan baş zanin û wiha berdewam kir: "Rewşa Tûnisê jî cudatir nîne. Di serdema desthilatdariya Serokê Tûnisê yê berê Zeynel Abîdîn de gelê Tûnisê ji hêla mafên civakî, aborî û siyasî ve hat çewisandin. Rewşa îroyîn di encama zordestiya wî de derket holê."
Pisporê sûriyeyî Ahmed Abazîd jî di serî de bal kişand li ser kesên ku diçin Sûriyeyê û tevlî DÎŞIyê dibin û got divê mirov netewe û hemwelatîbûna wan tevlihev neke. Lewra piraniya rûsiyên ku çûn herêmê, bi eslê xwe misilmanên qafkasî ne lê di bin hegemonyaya Rûsyayê de dijîn."
Abazîd diyar kir ku çapemeniya DÎŞIyê ji bo şervanên qafqasî tevlî wan bibin xebatan dikin.
Abazîd bal kişand ser şervanên tûnisî yên ku tevlî DÎŞIê bûn û wiha got:
"Em dikarin fanatîzma hovî ya şervanên tûnisî baş bibînin. Dîktatoriya herêmê bi dehan salan li gelê herêmê zilm kir. Di encama vê zilm û zordestiya li ser gel fanatîzma îroyîn derket holê."