KERKÛK
Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê êrîşa bibombe birin li ser dikanên ku eraqê difroşin û teqîn çêbû. Di teqînê de 16 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin wesayîta ku li ber dikanên ku eraqê difroşin ên li Almasa taxa Kerkûkê hatibû parkkirin, ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e ve hat teqandin. Di bûyerê de 16 kes birîndar bûn û bi bandora teqînê di gelek kargehên li hawirdorê de xisar pêk hat. Di 4 wesayîtan de ew qas zirar çêbû ku êdî nikarin wesayîta bi kar bînin.
Birêvebiriya herêmî ya Kerkûkê ji bo ku êrîş li ser cihên bi vî awayî neyên kirin, demeke kurt beriya niha qedexe kiribû ku piştî saet 19.00an eraq bê firotin.