ERBÎL
Berdevkê Partiya Yekitiya Îslamî (Yekgirtû) û endamê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Xelîl Îbrahîm wiha got: "Hovitiya li Sûriyeyê ji kîjan olê û nijadê dibe bila bibe wîcdana mirovan diêşîne."
Îbrahîm ji nûçegihana AAyê re wêneyên hovitiya li Sûriyeyê nîşan dide nirxand û got ku ev wêne ji her aliyê ve "hovîtî" ye.
Îbrahîm wiha axivî: "Wêneyan her tişt derxiste holê, êdî tu kes nikare hovitiyê înkar bike. Ev delîl têrê dike ku Beşşer Esed di dadgeha navneteweyî de bê darizandin. Dewletên ku qedr û qîmetê didin mirovan divê piştî van wêneyan bê deng nemînin"