Nihat Kavşut
20 Tebax 2018•Rojanekirin: 21 Tebax 2018
ADANA Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye. Ev bi eşkereyî provokasyon e."
Çelik li Serokatiya Edeneyê ya AK Partiyê daxuyaniya çapemeniyê da û der barê êrîşa dijî Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê da wiha got: "Kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye. Ev bi eşkereyî provokasyon e."
Omer Çelik destnîşan kir bila guman û fikara tu kesî çênebe, misyonên biyanî û balyozên li Tirkiyeyê dixebitin di bin parastina dewletê da ne û wiha got: "Kesên kar û xebatên diplomatîk dikin mêvanên gelê me ne. Ji bona elwehiyê wê hesasî dewam bike. Tirkiye dewleteke ewle ye."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik diyar kir helbet di demeke nêzik da wê eşkere bibe bi destê kê hatiye kirin û li pişt kî heye.