Haydar Şahin
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku rêveberiya Erebistana Siûdî sûc diavêje ser Îranê û dibêje ku di lêpirsîna li ser êrîşên di rêbendana 2016an da ên li dijî misyonên Erebistana Siûdî da Îran tesîra xwe nîşan dide.
SPAya ajansa xeberan a fermî ya Erebistana Siûdî di nûçeya xwe da diyar kir ku rayedarekî Wezareta Karên Derva got, "Meqamên Îranê lêpirsîna ku li ser êrîşên dijî avahiya Koslosxaneya li Meşhedê û Balyozxaneya Tehranê tê meşandin her tim paşda diavêjin û destûrê nadin ku bê temamkirin."
Di xeberê da hat gotin ku meqamên Îranê pêşiyê destûr dan lêbelê paşê "destûrê nadin heyeta Erebistana Siûdî ku here li dorberê balyozxane û konsolosxaneyê lêkolînan bike". Bi rêyên wiha va polîtîkayê dimeşîne û rêzê nîşanî peyman û qanûnên navneteweyî nade.
Di xeberê da hat destnîşankirin ku Erebistana Siûdî ji bo ku mafên xwe yên dîplomatîk ên li gor qanûnên navneteweyî û Peymana Viyanayê ya Der Barê Têkiliyên Dîplomatîk da biparêze ew ê hemû tevdîran bigre.