Burcu Çalık
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) herekata asîmanî bir ser Çiyayê Şingalê ku dikeve aliyê bakûrê rojavayê Iraqê û Qereçoxa dikeve aliyê bakûrê rojhilatê Sûriyeyê. Di operasyonê de li herêma Şingalê 40, li herêma Qereçoxê derdora 30 terorîstî hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Sererkaniyê de hat ragihandin ku bo jinavbirina ciyên PKKya rêxistina terorî ya cihêxwaz ku li dijî yekîtiya Tirkiyeyê hewl dide û gefan li ewlehiya wê dixwe, derdora saet 02.00an operasyona asîmanî birin ser Çiyayê Şingalê ku dikeve aliyî bakûrê rojavayê Iraqê û Qereçoxa dikeve aliyê bakûrê rojhilatê Sûriyeyê.
Di daxuyniyê de hat îfadekirin ku li hedefên terorîstan ên ku hatibûn diyarkirin xistin û wiha hat gotin: "Li herêma Çiyayê Şingalê 40, li Qereçoxê derdora 30 terorîstên endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin kuştin."