Haydar Şahin
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
NEW YORK
Li New Yorkê di bûyera ku ajokarekî kamyonetê wesayîta xwe ajotibû ser însanên li rêya bîskîletan da hejmara kuştiyan gihîşte 8an.
Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo piştî bûyerê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku îro li New Yorkê trajediyeke mezin çêbû.
Blasîo diyar kir ku "ev êrîşeke terorê ya tirsonekî ye", di êrîşê da 8 kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes jî hatin birîndarkirin.
De Blasîo destnîşan kir ku 6 kes li dewsa bûyerê 2 kes jî li nexweşxaneyên ku lê dihatin dermankirin mirin.
Şefê Departmana Polêsên New Yorkê James O'Neîll jî diyar kir ku êrîşkar wesayîta ku kirê kiribû ajote ser merivên li rêya bîskîletan û paşê li wesayîta xwendingehê qelibî û sekinî.
O'Neîll destnîşan kir ku êrîşkar du sîlahên sexte da destê xwe û ji kamyonetê derket, polêsan gule berî zikê wî dan û bi birîndarî binçav kirin.
-Serokê DYAyê Trump êrîşa terorî ya li New Yorkê şermezar kir, sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de hatin kuştin.
Serokê DYAyê Donald Trump êrîşa terorî ya li New Yorkê şermezar kir, sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî belav kir de peyama Trump a der barê bûyerê de hat parvekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Diayên me bi qurbanî û malbatên qurbaniyan ên êrîşa terorê ya li New Yorkê re ne. Rêveberiya min wê piştevaniyê bide polêsê New Yorkê û Biroya Lêpirsîna Federal. Em spasiya kesên ku li ciyê bûyerê midaxeleya ewil kirin, dikin."
Trump got ku wê hemû geşedanan ji nêz ve bişopînin û der barê bûyerê de li ser Twîtterê jî daxuyanî belav kir.
Trump ev nirxandin kir: "Em ê destûrê nedin ku DEAŞ vegere welatê me."
Li New Yorkê duh ajokarê kamyonetekî wesayit ajotibû ser însanên di rêya bisiklêtê de dimeşiyan, di bûyerê de 8 kes miribûn, 12 kes jî birîndar bûbûn.