İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
ŞAM
Hat îdiakirin ku ji grûba mixalifên leşkerî yên li Şama paytexta Sûriyeyê Artêşa Şêrên Rojhilat (Ceyş Usud el Şerqiye) ji balafirên şer ên rejimê ku êrîşî herêmê kirin, yek xist.
Berpirsê çapemeniya Artêşa Şêrên Rojhilat Seîd El Hac daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir ku wan li rojhilata Şamê, herêma çola Um Ramamê balafireke şer a ku tîpa wê SU 22 ye û aîdê rejima Esed e, xist.
Hac îdia kir ku wan balafira şer a ku nimreya wê 13 ye, xist.
Li herêmê ji serê hezîranê heta niha mixalif û rejim şer dike.