Muhammet Kurşun
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Melale Yûsufzaya pakistanî ku xwediya Xelata Nobelê ji bo Aştiyê û avakera Melale Foundê ye bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Li gor malpera resmî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Serokwezîriyê ya li Hewlêrê pêşwazî li Melale Yûsufzayê kir.
Di hevdîtinê de Melaleyê kêfxweşiya xwe bi hatina Herêma Kurdistanê anî ziman. Melaleyê diyar kir ku Kurdistan di van salên dawîn de rastî şer û tundiyê hatiye û bûye penagehek aram ji bo nêzîkî 2 milyon penaberên ji destê terorê reviyane. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku bihevrejiyan û çanda lêborînê ya Kurdistanê di asteke bilind de ye.
Melaleyê der barê seredana xwe ya bo kampên penaberan û bernameya xwe ya ji bp piştgiriyê jî bo Barzanî ragihand. Melaleyê got gelek keç û jinên ku ji destê terorîstan xelas bûne û di kampan de halê wan ne xweş e hene, loma ew dixwaze ji wan re bibe arîkar û bernameyeke birêkûpêk bimeşîne.
Herwiha destnîşan kir ku saziya wê dixwaze bi hemahengiya Herêma Kurdistanê û saziyên sivîl re xebatên arîkariyê bimeşîne.
Barzanî jî destxweşî li kar û xebatên Melaleyê kir û hewlên wê berz nirxandin. Barzanî got Melaleyê dengê bi milyonan keç û jinên xwe digihîne dinyayê. Herwiha hemû arîkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê bo Melaleyê nîşan da.