Ferizat Kaya
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
QUDIS
Di çapemeniya Îsraîlê de hat îdiakirin ku Îran li rojavayê bakurê Sûriyeyê ji bo çêkirina fuzeyên dûravêj febrîqeyek ava kir.
Li gorî xebara di Kanal 2yan ya Îsraîlê de hat weşandin, hat îdiakirin ku Îran li bajaroka Banyasa li perava Behra Spî ya Sûriyeyê, ji bo çêkirina fuzeyên dûravêj tesîsek ava kir.
Di xeberê da wêneyên tê îdiakirin yên Banyasê ne û ji peyka Îsraîlê hatiye kişandin cih girt. Li gorî îdiayê fuzeyên ku bên çêkirin dê di van tesîsan da bên veşartin.
Her wiha di xeberê da hat gotin ku wêneyên tesîsên li Îranê ku ji peykê hatin kişandin û wêneyên tesîsên li Baysanê dişibin hev.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Îran bandora xwe li ser Sûriyeyê zêde dike û ev mijar ji bo hikûmeta Îsraîlê meseleyeke girîng e.
Serokwezîr Bînyamîn Netenyahû meha borî di daxuyaniyeke xwe de gotibû: " Divê îmkanê nedin Îran û cîgirên Îranê ku li giştiyê Sûriyeyê bi taybetî jî li başûrê Suriyeyê cihekî leşkerî vekin. Ji bo Hizbullah û Îran li Sûriyeyê bi hêz nebin û cihên leşkerî ava nekin divê pêşiya wan bê girtin."