Abdullah Tel
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
HEWLÊR
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) sûcdar kir û ragihand ku zarokên li wir girtî ne bi armanca bila îtiraf bikin ku têkîliya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye, rastî îşkenceyê tên.
HRWê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da got: "Li HKIyê hêzên ewlehiyê ji bo ku bi zarokan bide îtirafkirin ew mensûbên DEAŞê ne îşkenceyê li wan dike. Hêzên ewlehiyê di salên 2017 û 2018an da bi rêbazên wek ceyran, muameleya xerab û tundiyê îşkence li zarokan kirin. Bi darê zorê kaxiz bi wan kesên têkiliya bi terorê ra qebûl nekirin, dan îmzekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rayedarên HRWê bi 23 zarokên emrê wan di navbera 14 û 17 salan da ne û bi têkildariya DEAŞê tên sûcdarkirin ra yek bi yek hevdîtin kirin. Hat destnîşankirin ku Navenda Îslahê ya Hewlêrê ji cihên îkence lê tê kirin yek e.
HRWê di daxuyaniya xwe da ragihand ku di hevdîtinê da 16 zarokan got ku hêzên ewlehiyê îşkence û muameleya xerab li wan kirine û wiha hat dewamkirin: "Ji zarokên bi wan ra hevdîtin hat kirin 3 kesan got ku ceyran dane wan, hin ji wan gotin ku bi qasî du saetan mîna dûpişkê hatine sekinandin û çend kesan jî got ku heta îtirafkirinê bi çendan roj rastî îşkenceyê hatin."
HKIyê îdiayên îşkence kirinê red kir
Ji hêla din va Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinên Navneteweyî Dîndar Zebarî jî li ser îdiayên HRWê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdiayên li zarokên girtî îşkence hatine kirin red kir.
Zebarî ragihand ku rayedarên HRWê Navenda Îslahê qet ziyaret nekirin û wiha pê da çû: "Agahiyên ku ji hêla rêxistinê va hatine parvekirin bêbingeh in. Gelek zarokên ku ji ber hinceta têkîliya wan bi rêxistina terorê ra hebû hatibûn girtin di demên berê da hatibûn berdan û ber bi warên xwe va hatibûn oxirkirin."
Di daxuyaniya xwe da Zebarî got ku bêyî biryara dadgehê tu kes nayê girtin û wiha pê da çû: "Hêzên ewlehiyê penaberên tên HKIyê kontrol dikin û der heqê wan da agahiyan berhev dikin. Ew kesên navên wan di lîsteyên gumanbara û kesên li wan tê gerîn da cih bigirin ji hêla hêzên ewlehiyê va sewqî dadgehê dihatin kirin. Di vê çarçoveyê da heta niha bi sedan sûcdar ên ji DEAŞê hatine girtin. Ji girtiyan qismek di nav refên DEAŞê da li eniyan şer kirine û qismek jî li kampan bi perwerdehiyê hînî şer hatine kirin."