Haydar Şahin
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê bi hinceta pîlankirina li erdên Ewropayê kuştina hin kesan biryar da ku mueyîdeyê bide ser serwêsa îstixbaratê ya Îranê.
Li gor daxuyaniya Konseya YEyê, serwêsa îstixbaratê ya Îranê û 2 welatiyên Îranê pîlan dikin ku li erdên Ewropayê suîqestê bikin ji ber vê biryar dan ku milkiyeta wan û çavkaniyên wan ên fînansê werin sekinandin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku mueyîdeya li ser 15 kes û 21 saziyên Îranê yên di lîsteya berê mueyîde dabûn ser wan ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin.