Herêma Tel Ebyadê (Girê Spî) ya li ser bajarê Reqqaya Sûriyeyê ya li hemberî Akçakaleya navçeya Şanliurfayê xalî ye û bê deng e.
Piştî ku hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike ji hewayê êrîş kir û gelê herêmê xwe sparte Tirkiyeyê, hêzên kurd li herêmê bi cih bûn û herêm kete destê wan. Niha li herêmê bêdengiyek heye.
Ji aliyê din komeke terka malên xwe kiribû û xwe spartibû Tirkiyeyê, li ber deriyê sînor ê Akçakaleyê sekiniye û li bendê ne ku vegerin malên xwe. Hat ragihandin ku ew bendê ne ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê bombebarandinê bidin sekinandin da ku ew jî vegerin malên xwe.
Hêzên ewlehiyê li herêmê tevdîrên ewlehiyê digirin.
Di nav 15 rojan de ji ber pevçûnan qasî 25 hezar sûriyî xwe spartibû Tirkiyeyê.