Abdullah Tel
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Îranê der heqê êrîşa bi moşekan ya ku bir ser Eyn el-Îsa ya baregeha Amerîkayê ya li Iraqê da daxuyanî da û ragihand ku bi awayekî serfiraz li hedefên hatibûn kifşkirin, xistin.
Ji Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Ebas Nîlfurûşan ê ku alîkarê fermandarê berpirsê operasyona hat kirin bû daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê.
Nîlfurûşan got ku Amerîkaya xwedî hêz digel teknolojiya nikaribû bi qasî çend mêtroyan xwe qonaxa moşekên me bigûherîne û wiha dewam kir: "Moşekên me çûn û li hedefên xwe ketin. Me saeta êrîşê rastî saeta êrîşa ku di 3ê Rêbendanê da li ser General Qasim Silêmanî hatibû kirin anî. Armanca me ne ew e ku em şerekî berfireh bidin destpêkirin. Heke Amerîka dewam bike em ê jî awayê bi gelê me dikeve bersiva hewce dike, bidin."
Di axaftina xwe da Nîlfurûşan bangî welatên herêmê kir û got: "Heke li baregehên dagirkeran (Amerîka) eskerên we hebin ewê jî ji me ra bibin hedef."