Elif Orhan
17 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi guleyên obusê qada sînor a çiyayî ya bajaroka Sîdekanê ya girêdayî Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê gelekî bombebaran dike û heta niha nêzî 100î gundiyên ku li herêmê îkamet dikin malên xwe terikandin û koçî herêmên ewledar kirin.
Qaymeqamê bajaroka Sîdekanê Karwan Kerîmxan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Artêşa Îranê bi guleyên obusê qada sînor a çiyayî gelekî bombebaran dike û heta niha nêzî 100î gundiyên ku li herêmê îkamet dikin malên xwe terikandin û koçî herêmên ewledar kirin."
Kerîmxan diyar kir ji ber ku gulebarana obusê gelekî berdewam dike gelek gund hatin valakirin û got ku "Sivîlên ku li herêmên Seker, Sînkavî Berdespî, Berbizin û gundên girêdayî bajaroka Sîdekanê rûdinin ji ber xetereya ewlehiya canê xwe malên xwe terikandin."
Kerîmxan got ku li hin gundan xisara madî çêbûye û di bombebaranê de tu kes birîndar nebûye.
Kermîxan bi bîr xist ku Îranê beriya niha jî herêmê gelekî bombebaran kir û hin sivîl jî birîndar bûn û got ku "Ji bo ku li ser bi destê Îranê bombebarankirina herêmên sînor hevdîtin bikin ji Hewlêrê lijneyeke bilind çû Tehranê. Piştî hevdîtina navborî bombebarankirina herêmên sînor demekî rawestiya lê belê îro mixabin ku dîsa dest pê kir."
Kerîmxan der heqê sedema bi destê Îranê bombebarankirina herêmên sînor de jî got ku "Îran ev sê car e ku hebûna pêşmegeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li herêmê dike hincet û bombebaranê dike."
Ji aliyê din ve Endamê Polîtburoya PDK-Îyê Rustem Cîhangîrî jî li herêmên ku Îran bi obusan bombebaran dike parast ku bi tu awayî kamp an jî hêzên wan tune.
Cîhangîrî got ku "Pêşmergeyên girêdayî PDK-Îyê li cihekî gelek dûrî herêmên navborî yên ku tên bombebarankirin in û li wê herêmê heta niha tu êrîş nehatiye kirin."
Piştî ku çalakiyên PDK-Îya ku mixalifê Îranê ye û li herêmên nav welêt fealiyetên eskerî dike çalakiyên xwe zêde kirin artêşa Îranê herêmên sînor bombebaran kiribû.
Artêşa Îranê cara ewil di 29ê hezîranê de bi obusan herêm bombebaran kiribû û 5 sivîl birîndar kiribûn.