Ev bi salan e ku ji çiyayên devera Depînê ya ku 7 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e kevir û xîç ji çiya diqetin û dipekin li ser rê û ev jî dibe sedema talûkeyan. Ji ber vê sedemê Midûriyeta Herêma 11emîn a Rêbejayê dest bi tevdîrstendinê kir.
Di çarçoveya xebata ku li devera qasî 7 kîlomêtre ya birîsk de hat destpêkirin de berojê çiyayên bilind bi têla polad ve tê dorpêçkirin. Karker bi alîkariya vîncan ve balyeyên têlên polad dibin cihê wan û bi zinaran ve monte dikin.
Ji karkeran Bahadîn Yelkencî daxuyanî da AAyê û destnîşan kir ku ji bo ewlehiya canê rêwî û welatiyan ew xebateke bi vî rengî dikin.
Yelkencî bal kişand ku vê xebatê bi 10 ekîban ve dimeşînin û heke ku ev têl bi awayekî saxlem bi çiyayan ve bên montekirin dê bikaribin heta 50 ton giranî hilbigirin.