17 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
KERKÛK
Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) û Parlementerê Kerkûkê Erşed Salihî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê zirarê dide têkiliyên tirkmen-kurdan û ji bo Iraqê xetereyeke cidî derdixîne holê.
Salihî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek tirkmenên li Iraqê hem ji aliyê civakî ve hem jî ji aliyê siyasî ve bi kurdan re ketin nav pêvajoyeke nû û erênî.
Salihî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê ji vê yekê aciz e û got ku "Em ê destûr nedin ku tu kes vê pêvajoyê xira bike yan jî zirar bidê. Di vê warê de hin teşebûsên PKKê hene. PKK zirarê dide têkiliyên tirkmen-kurdan."
Salihî hişyarî da ku PKKya rêxistina terorê di bin navê têkoşîna dijî DAEŞê de hewl dide ku li herêmê bandora xwe zêde bike û wiha axivî:
"Piştî ku DAEŞ derket holê li hin cihan bi cî bûn. Li Kerkûk, Tûzxûmatû û Dakûkê hebûna PKKê ji bo gelê tirkmen ji aliyê civakî, siyasî û ewlehiyê ve xetere ye."
Salihî qal kir ku li paşxaneya rageşiya ku çend meh beriya niha li Tûzxûrmatûya navçeya Salahaddînê di navbera kurd û tirkmenan de derket de jî PKK heye û wiha axivî: "Di pevçûnên ku derketin de rola rêxistinê çêbû. Yên ku bi tirkmenan re hatin hemberî hev ew bûn. Ji ber ku em bi kurdan re li ser heman erdnîgariyê dijîn derfeta me heye ku em her cure pirsgirêkê çareser bikin lê belê bi rêxistineke terorê re mimkûn nîne."
Salihî destnîşan kir ku PKK ji bo Iraqê xetereyeke mezin e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi teşebûsa DYAyê û biryara hikûmeta Iraqê demek beriya niha dawî li hebûna Rêxistina Mucahîdên Gel ên mixalifê Îranê anîn. Divê dawî li hebûna PKKya rêxistina terorê ya ku ji bo Iraqê xetereyeke mezin e jî bînin."