07 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
TEHRAN
Daxwaza seferên charter ên îlawe ku xebatkarên sektora tûrîzma Îran û Tirkiyeyê ji nêz va eleqedar dike bi destê rêveberiya Tehranê hat tesdîqkirin.
Narîna Jendermiyana midûra şirketa tûrê ya ji Îranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Hewaya Sivîl a Îranê destûr da wan û ji 16ê adarê pê va ew ê dest bi seferên charter ên ber bi Tirkiyeyê va bikin.
Jendemiyanê got piştî ku destûr hat dayîn ji roja pêncşemê pê va dest bi firotina bilêtan kirine û wiha axivî: "Seferên teyareyê yên charter ew ê di 16ê adarê da dest pê bikin. (Bi tenê ji Tehranê) Em wer difikirin ku 30 hezar kes dê di betlaneya Newrozê da herin Tirkiyeyê."
Tê gotin ku firînên chater ên ji Tehran, Tebrîz, Îsfehan, Şîraz, Meşhed û Ehwazê ew ê hetanî 3yê nîsanê dewam bikin.
Li bendê ne ku 250 hezar tûrîstên ji Îranê di tatîla Newrozê da Tirkiyeyê ziyaret bikin.