Şenhan Bolelli
28 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got ew ê îro bi fermî li gor mafên mirovan ên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî Dewleta Filistînê nas bikin.
Sanchez beriya civîna heftane ya asayî ya Lijneya Wezîran a hikûmeta koalîsyonê ya çepgir a li Îspanyayê derket pêşberî kamerayan.
Serokwezîr Sanchez sedemên biryara naskirina Dewleta Filistînê ji raya giştî ra vegot.
Sanchez got Îspanya wekî Ukraynayê Filistînê jî li gor "hurmeta mafên mirovan a navneteweyî û hiqûqa navneteweyî" diparêze û destnîşan kir ku welatê wî her tim wê Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biparêze.
Sanchez diyar kir ku Lijneya Wezîran wê bi fermî naskirina Dewleta Filistînê bipejirîne û wiha axivî: "Bi vî awayî Îspanya wê li ser ji 140î zêdetir welatên dinyayê yên ku Filistînê nas dikin bê zêdekirin. Naskirina Filistînê biryareke dîrokî ye. Armanca tekane ew e ku feydeya wê bigihêje avakirina aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê da. Naskirina Dewleta Filistînê ne tenê pêkanîna edaleta dîrokî ya daxwaza meşrû ya gelê Filistînê ye, di heman demê da ji bo bidestxistina aştiyê ya ku em hemû dixwazin jî gavek e."
Sanchez wiha got, "Ev, meşa di wê rêyê da ye ku em hemû wek tekane rê dibînin ji bo pêkanîna siberoja aştiyê û ji bo pêkvejiyana dewleta Filistînê û dewleta Îsraîlê ya aştiyane û ewle."
Sanchez bal kişand ku divê naskirina Dewleta Filistînê bi awayekî be ku sepandina wê "pêkan" be û wiha got, "Divê Xeze û Şerîeya Rojava di bin heman rêveberiya Filistînê da be û divê bi korîdorekê bibe yek û her wiha divê Qudsa Rojhilat bibe paytexta wê. Filistîn divê di bin sîwana rêveberiya neteweyî da bibe yek."
Sanchez bal kişand ku der heqê naskirina Dewleta Filistînê da ji sibê û pê va sê pêşaniyên Îspanyayê dê hebin û wiha dewam kir:
"Ji sibê û pê da em ê hemû hewldanên xwe ji bo çareseriya dudewletî nîşan bidin. Pêşaniya me, bidawîkirina krîza li Xezeyê ye. Ya ewil, ez careke din jî bangewaziya agirbesta bilez, rêvekirina ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî, berdana dîlên Îsraîlî yên di dest Hemasê da dikim. Ya duyem, em ê piştgiriyê bidin hemû teşebusên avakirina hikûmeta nû ya rêveberiya Filistînê. Ya dawîn, em ê hevkariya xwe ya digel hemû welatên Ereban bidomînin ku ji bo aştî û refahê dixebitin. Em ê hewlên xwe yên ji bo konferansa aştiyê ya navneteweyî bidomînin ku dê çareseriya dudewletiyê bike rastî."
Lijneya Wezîran dê îro biryara naskirina Dewleta Filistînê pesend bike û dê pêvajoyê kuta bike.