27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
MADRÎD
Tîma Real Madrîdê di 24emîn hefteya Lîga Futbolê ya 1emîn (La Lîga) a Îspanyayê de tîma Vîllarrealê 3 û 2 têk bir.
Nîva ewil a pêşbirkê 0-0 qediya, lê di nîva duyem de Real Madrîdê 3 gol avêtin Vîllarrealê û bû lîder.
Lîstikvanê tîma Vîllarrealê Trigueros di deqîqeya 50emîn de golek, Bakambu jî di deqîqeya 56emîn de golek avêtin û Vîllarreal li hember Real Madrîdê bû 2-0.
Di deqîqeya 64emîn de lîstikvanê Real Madrîdê Gareth Bale golek, di deqîqeya 74emîn de Crîstîano Ronaldo golek, di deqîqeya 83emîn de jî Alvaro Morata golek avêt. Bi van golan ve Real Madrîdê tîma Vîllarrealê 3-2 têk bir.
Real Madrîda ku ji 9 hefteyan pê va lîder e, bi vê pêşbirkê va puana xwe derxiste 55an û lîdertiya wê dewam dike.
Puanê tîma Barcelonayê 54, ya tîma Sevîllayê jî 52 ye.