Muhammed Emin Canik
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2024
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Amerîkayê ji wan ra ragihand ku Îran amadehî dike ku "di demek nêz da" dijî Îsraîlê êrîşên bi fuzeyê bike.
Avîchay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê ji ser hesabê xwe yê platforma çapemeniya civakî Xê der barê mijarê da daxuyanî da.
Adraee got ku "Hevkarên me yên li Amerîkayê demek kurt berî niha ji me ra ragihandin çavdêrî kirine ku Îran amadehî dike ku di demek kut da fuzeyê biavêje Îsraîlê."
Adraee parast ku artêşa Îsraîlê amade ye û da zanîn ku dijî êrîşên Îranê yên muhtemel "dê wekî berî têkoşînê bidin."