Mustafa Melih Ahıshalı
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2024
Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê li navçeya Nîkşehrê li dijî dibistanekê êrîş hat kirin û di encamê da 4 kes hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî ISNAyê, Qaymeqamê Nîkşehrê Mûcîb Huseynî der barê bûyerê da agahî da.
Huseynî wiha got, "Li Dibistana Muhsînîn Şêxan Bendê xwendekar dema li derva bûn û perwerde didîtin, gule hatin agirkirin û di encamê da Fermandarê Artêşa Pasdarên Şoreşê yê Bendê Perwîz Kedxudayî, Serokê Şûraya Bajarê Bendê Yûsif Şîranî û 2 esker hatin kuştin."
Peywirdarê Îranî der barê nasnameyê êrîşkaran da agahî neda.
Hat diyarkirin êrîşkaran ji wesayîta di rê da derbas bû, gule agir kirin.
Ceyşul Edl a Îranê wekî rêxistina terorê îlan kiriye, îdia dike ku mafên gelê Belûc ê Sunnî yê li welêt diparêze û lewma jî li dijî rêveberiya Tehranê têkoşîna çekdarî dimeşîne.
- Li başûrê rojhilatê Îranê gule berdan wesayita polêsan û 2 kes hatin kuştin
Ji aliyeki din, li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê ku dikeve başûrê rojhilatê welêt, kesên ku nasnameyên wan hê nehatine tesbîtkirin, gule berdan wesayita polêsan û di encamê da 2 polês hatin kuştin.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê li navçeya Xaşê, kesên ku nasnameyên wan hê nehatine tesbîtkirin, gule berdan wesayita polêsan.
Di encamê da 2 polêsan canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku dê hûrgiliyên der barê bûyerê da piştra dê bên eşkerekirin.