QÛDUS
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê dest bi operasyonên ji bejahiyê û hewayê yên li ser Xazeyê kir.
Berdevkê Serokwezîrtiya Îsraîlê Ofîr Gendelman da zanîn ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû emir da artêşa Îsraîlê ji bo li tunelên ku ji Xazeyê digihêjin Îsraîlê bixin, operasyona bejahiyê bidin destpêkirin.
Li gor agahiyên ku şahidan dan nûçegihanên AAyê, yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin herêma Beyt Lahyaya li bakurê Xazeyê. Di navbera komên filîstînî û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derketin.
Di vê navberê de dan zanîn ku ji ber gulebarana giran a topavêjan a li ser bakurê Xazeyê, ceyran hatin birîn.