Fatih Gazioğlu
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
PEKÎN
Li başûrê Filipînê erd bi lerza 7an hejiya.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), li nêzî Davaoya bajarê Mîndanaoya girava li başûrê Filipînê erd bi lerza 7an hejiya.
Di daxuyaniya ewil da lerza erdhejê wekî 6,9 hatibû îlankirin.
Erdhej 60,1 kîlometro bin erdê da çêbû. Hê daxuyanî nehat dayîn ku gelo mirî û birîndar hene yan na.
Navenda Tsunamiyê ya Pasîfîkê ya Amerîkayê hişyariya ku ji bo rabûna tsumaniyê dabû betal kir.
Li gor Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiya a Filipînê jî erdhej li bi lerza 7,1an, 49 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Dîmenên erdhejê di medyaya civakî da tên parvekirin.
Filipîn li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 15ê cotmehê 2013an da li herêmê erd bi lerza 7,2yan hejiyabû û 144 kes miribûn.