Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku Îsraîlê teyareyeke bêmirov (ÎHA) a li sînorê Sûriyeyê bi Patrîota sîstema parastina fuzeyan va îmhe kir.
Avichay Adraeeyê berdevkê Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku ÎHAya nêzîkî sînorê Girên Golanê dibû bi Patrîota sîstema parastina fuzeyan va hat berterefkirin.
Adraee destnîşan kir ku li gor agahiyan ÎHA ji bo êrîşê nedifirî ji bo keşfê difirî.
Berdevkê ji Îsraîlê wek mayîn di daxuyaniya xwe da got, "Wer xanê dike ku ÎHA ya rejima Sûriyeyê bû. Kete herêma bêsîlah. Sînorê Îsraîlê îxlal nekir. Bi fuzeyekê va hat îmhekirin."
Îsraîl ji sala 1967an vir da Girên Golanê ya erdê Sûriyeyê di bin dagirkariya xwe da digre.