05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Li Şîşliya Stenbolê bi 500 polêsan ve operasyona hişbirê hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê bi firoke û tîmên taybet ve li taxa Kuştepeyê li hember kesên hişbir difroşin operasyon kirin. 500 polês beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonê de malên şikbaran hatin teselîkirin.
Di operasyonê de li Taxa Kuştepeyê li kolana Înonuyê û kuçeyan de lêgerîn hat kirin. Di operasyonê de ji 25 kesan zêdetir şikbar hatin binçavkirin. Lêgerîn hê dewam dike.