ÎSTANBUL MEHMET ÖZTÜRK - Çaryeka dawîn a sedsala 20an bû şahidê du rûdanên muhîm: Yek jê 'Şoreşa Îslamî" ya li Îranê ku Şah hat rûxandin ya din jî 38 sal berê dagirkirina Efxanistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê û piştre di encama berxwedana Efxaniyan de vekişîn û rûxîna bi yekcarê ya Sovyetê.
Tesîra herdu bûyeran jî di qada herêmî û ya navneteweyî de demeke dirêj dewam kir.
Di rastiyê de Efxanistan sedsala 19emîn di navbera aktorên "Lîstika Mezin" de mabû. Ji bakur ve Rûsyaya Çarî ber bi başûr ve, Ingilîz jî ji başûr ber bi bakur ve pêşde diçûn. Efxanî, ji bo parastina serxwebûna xwe mecbûr man li dijî Ingilîzan şer bikin û hêza super a wê serdemê anîn ser maseya aştiyê. Piştî ku Ingilîz 1947an ji Qit'eya Binî ya Hindê vekişiyan, tehdîda li başûr xelas bû lê tehdîda li bakur qalik guherand û wek Yekîtiya Sovyetê (1922-1991) dewam kir.
Di destpêkê de têkiliyên Sovyetê bi Efxanistanê re dostane bûn. Serxwebûna Efxanistanê nas kirin û di gelek waran de veberhênan kirin. Di serdema serokwezîriya Serdar Dawud salên 1950î de têkilî pir xurt bûn, gelek veberhênan li jêrxaneyê kirin. Ev yek ew qasî diyar e ku niha jî li gelek deverên Efxanistanê jêrxaneya wê serdemê dixuyê.
Serdar Dawud dema Melik Zahir Şah li derveyî welat bû derbeyek kir û Efxanistan zêdetir nêzîkî Sovyetê bû. Nûnerê Taybet ê Federasyona Rûsyayê li Efxanistanê Zamir Kabulov, dibêje derbeya Dawud ji bo wan jî surprîz bûye. Lê qebûl dike ku sûbayên li cem Dawud alîgirên Sovyetê bûne.
Di pey vê meseleyê re Dawud sûbayên alîgirê Moskovayê hêdî hêdî ji xwe dûr kirin. Ev yek ji aliyê Sovyetê ve wek "destpêka lîstikeke nû ya navneteweyî" hat nirxandin. Yanî Dawud dixwest di serdema "Şerê Sar" de pêgeha xwe biguherîne û ev yek ji aliyê eskerên xwedîkiriyên Sovyetê ve bi derbeyeke eskerî ve hat astengkirin. Dawud digel hemû malbata xwe hat tunekirin.
Lê belê pirsgirêk bi dawî nehat; serkirdeyên Efxanî yên alîgirê Sovyetê di nava xwe de jî ketibûn reqabetekê. Nûr Mûhemmed Teraqqî û Hafizullah Emîn di van berberiyan de hatin kuştin. Yekîtiya Sovyetê 27ê Kanûna Pêşîn a 1979an Babrak Karmal anî ser kar û bi awayekî fiîlî jî dest bi îşxala Efxanistanê kir.
- Hedefên îşxala Efxanistanê
Li ser sedema îşxala Efxanistanê ji aliyê Sovyetê ve gelekî nîqaş hatin kirin. Cewaba herî asan pirsê ew bû ku ev çend sedsal in Rusan dixwest "dakevin avên germ" yanî Behra Spî. Em dikarin vê yekê wek şikandina dorpêçkirina Amerîkayê li Asyaya Başûr jî bibînin. Lê belê têkçûna plan û bernameyan li Efxanistanê û rûdanên jeopolîtîk û stratejîk yên li herêmê jî divê bi ciddiyet werin helsengandin. Belkî Rûsan xwest di "Lîstika Mezin" de gavên ku pêşiya polîtîkayên mezin bigire û rê li ber wan bibire biavêje.
Rejima komunîst ya ku piştî derbeya eskerî ya 27ê Nîsana 1978an wek "Şoreşa Sewrê" hat binavkirin li Efxanistanê hat ser hukim, bi awayekî radîkal-tund dest avêt esasên dînî û kevneşopiyên xelkê. Vê yekê têr kir ku xelk rabe ser piyan. Li temamê welat serhildan çêbûn. Rêveberiya komunîst a ku îdare xistibû destê xwe dest bi tasfiyeyên navxweyî kir. Hafizullah Emîn, Teraqî tasfiye kir, Sovyetê jî zêde bawerî bi Emîn nedianî û ew jî bi derbeyeke eskerî ya rasterast anî xwarê û Babrak Kamal anî serê dewletê.
Di heqîqetê de Sovyetê nedixwest ku ew qas keda wê bi reformên radîkal-tund ên Teraqî berhewa bibin. Li gor Kabulov piştî derbeya Museddiq, Efxanistan ji bo Rûsan ji aliyê stratejîk "bûbû xwedî pêgeheke muhîmtir". Loma Sovyetê ji bo dostaniya Efxanistanê bi dest bixe gelek veberhênan kirin. Piştî rejima Teraqî bi serhildana xelkê re hemû destkeftiyên wan ji dest diçûn. Belkî jî ji ber vê yekê Sovyetê polîtîkaya xwe ya hiştina di bin tesîrê de guherand îşxalê.
Serkirdayetiya Sovyetê ya wê demê wisa bawer dikir ku dê "Artêşa Sor" ya "têk naçe" di demeke nêzîk de hemû karûbaran rêkûpêk bike.
- Berxwedana xelkê Efxan hemû plan têk birin
Lê belê encam wek daxwaz û hêviyan çênebû. Efxaniyên ku li dijî komunîstên ehlî rabûn ser piyan ji beriya berê ve hez nedikirin ku postalên eskerên biyanî li ser axa wan bixuyên. Efxaniyên ku ji bakur ber bi başûr û başûr ber bi bakur ve li ser rêya îstîlayê bûn elimîbûn vê rewşê. Dagirker û mêtinger çi qas bihêz dibin bila bibin şerê xwe bi mirûra demê re dikirin û dijminên xwe ji axa xwe diqewirandin.
Îşxala Sovyetê, serhildana xelkê bihêz kir, raperîn li tevahiya welat belav bû.
Di vê navberê de faktoreke din, wezîfeya katalîzorê dît:
Piraniya serkirdeyên "Xortên Misilman" ku beriya derbeya Serdar Dawud li zanîngehan hê nû nû ber xwe didîtin, piştî derbeyê xwe sipartibûn Pakistana cîran. Pakistanê jî bi van xortên bikelecan li dijî Efxanistana ku car caran diket nav problemên sînorî enstrumaneke bêîstiqrarkirinê bi dest xistibû. Hetta ev enstruman li dijî Serdar Dawud jî bi kar anîbû lê bi ser neketibû.
Di demên pêştir de serkirdeyên wek Hikmetyar, Rebbanî, Mesûd, Seyyaf û rêxistinên wek Cemiyeta Îslamî û Hizba Îslamî ji bo îstixbarata Pakistanê ISI û piştre jî ji bo CIAyê di serhildana li dijî Sovyetê û komunîzmê de firsendeke mezin bûn. Lewra ev kes û derdor hîmên bingehîn ên berxwedana Efxanistanê li dijî Sovyetê bûn.
Bi pereyên ku ji aliyê welatên Kendavê ve dihatin temînkirin sîlehên ji Çînê hatin kirrîn herikîn welat. Çek ji Xetta Dûrandê ku 2 hezar û 430 metre çargoşe ye û dikeve navbera Efxanistan û Pakistanê diketin welat. Lewra ev der gelekî çetîn û sext bû û kontrola wê nemumkin bû. Loma heta dawiya şerê Sovyet-Efxan jî çek ji wir ketin welat.
Hetta mirov dikare bibêje: Ew qasî zêde çek dihatin şandin ku piştî derketina Sovyetê li dijî kampa eskerî ya Ûçriyê ku çekên bo Efxanistanê dihatin şandin lê dihatin depokirin rastî sabotajê hat. Bi hezaran moşek di navbera Revalpindi û Îslamabadê de teqiyan û ji sedî zêdetir însan mirin. Çavkaniyên resmî diyar kirin ku qezayek çêbûye û raporên lêkolînê nehatin eşkerekirin. Serokwezîrê got ezê eşkere bikim ji wezîfeyê hat wergirtin.
- 'Artêşa Sor a Têkçûnnenas' bi bin ket
Piştî şerê Efxanistan-Sovyetê term-têgihên wek "Cîhad" û "Mucahid" bi hewla medyaya navneteweyî jî ketin rewacê. Têgih, têgihên xelkê Efxan bû lê ji bo ku di alema Îslamê de li dijî îşxala "komunîst" hessasiyetek were çêkirin hat belavkirin. Piştî bidawîanîna îşxala Sovyetê jî ji aliyê medyaya navneteweyî ve dirûvekî şeytanî li van têgihan hat barkirin.
Ji ber ku nedihat zanîn ka dê îşxala Sovyetê çi qasî bidome û dê encamên wê çi bin, li welatên Misilman xortên dîndar hatin handan ku herin li Efxanistanê şer bikin, ev yek bi taybetî jî li welatên Kendavê û Erebî hat teşwîqkirin. Bi sedan hetta bi hezaran xort beşdarî Cîhada Efxan bûn.
Hinek ji van xortan li Efxanistanê "şehîd" bûn. Hin ji wan piştî bidawîhatina şer vegeriyan welatê xwe. Hin ji wan çûn deverên din ên şer. Qismekî mezin ên li Efxanistanê man jî di kêliya tasfiyeya Talîbanê ji aliyê Amerîka û hêzên bakur ve hatin dorpêçkirin û bi gotina serkirdeyekî Mucahidan îmha bûn.
Wek din divê em bibêjin ku; ev kesên beşdarî şerê Efxan bûn piştre li gelek deverên dinyayê bingeha rêxistinên wek El Qaîde û heta DEAŞê ava kirin. Lazim e em di vir de mijarekê ronî bikin: Komên wek "Erebên Efxan" dihatin naskirin, beşdarî Cîhada Efxan bûn lê belê derketina El Qaîde û rêxistinên wek wê di dawiya şer de ye. Heta piştî vekişîna Sovyetê xwe rêxistin kirine.
Şerê Efxan-Sovyetê 9 sal û meh û nîvekê dewam kir. Rûsan, di çend salên pêşî de fêm kiribûn ku li Efxanistanê ketine tengasiyeke pir mezin. Sala 1982an bi rêya Neteweyên Yekbûyî digel Mucahidan dest bi guftûgoyên nerasterast kirin. 'Artêşa Sor a Têkçûnnenas' li Çiyayên Hindîkuşê rasî têkçûneke rûxîner hatibû. Bi navbeynkariya hêzên navneteweyî jî Sovyet ji Efxanistanê vekişiya û eskerê herî dawîn ê Rûs 15ê Sibata 1989an ji Efxanistanê derket.
- Texrîbata mezin a ku piştî şer derket holê
Şerê ku ji 9 salan çend meh zêdetir berdewam kir ji bo herdu aliyan jî kavilkariyeke tirsnak derxist holê. Li gor rêjeyên resmî yên Yekîtiya Sovyetê Artêşa Sor li Efxanistanê 13 hezar û 621 eskerên xwe winda kirin. Yanî li gor reqemên resmî rojane 4 eskerên Rûs hatin kuştin. Jimara eskerên ku di şer de birîndar bûn, seqet ketin û nexweş bûn jî nêzîkî 470 hezar bû. Di şerê 10 salan dewam kir de piyê 620 hezar eskerên Rûs ketibû nav axa Efxanistanê.
Zerer û ziyan ne tenê ev bûn. Dîsa li gor reqemên resmî Rûsan 451 helîkopter û firoke, 147 tank, 443 top ji dest dabûn. Zayiatên din ên Sovyetê ji aliyê eskerî û aboriyê ve têk birin. Bi milyar dolaran maliyeta şer pişta Sovyetê şikandibû. Jixwe Sovyet piştî vî şerî zêde umir nekir.
Windahiyên canî û malî çêbûn lê tiştê herî muhîm ku ji destê Yekîtiya Sovyetê çû îtibar û prestija wê bû. Xewna tirsnak a alema Rojava, li gor pîvanên maddî yek ji welatên di dinyayê de herî paşdemayî û feqîr Efxanistanê têk çû, hetta hezîmeteke mezin di tarîxa xwe de qeyd kir. "Hêza Super" li Efxanistanê bûbû şêrê kartonî.
Mucahid di şer de serkeftî bûn lê kavilkariya li derdora wan gelekî wehîmtir bû. Ji milyonekê zêdetir "şehîd", bi sed hezaran bî û êtîm. Ji sê yekê nifûsa welat koçber bû. Jêrxane bi temamî têk çû, Efxanistana ku jixwe yek ji welatên herî paşdemayî bû li dinyayê. Welat rastî kavilbûneke mezin hatibû. Ya herî muhîm jî îstiqrar û aramî nemabû. Piştî îşxala Sovyetê şerê navxweyî, derketina Talîbanê û El Qaîdeyê û bi hinceta çalakiyên 11ê Îlonê hêzeke din a super Efxanistan îşxal kir. Digel vê dê îstiqrar û aramî careke din li vî welatî hîç peyda nebûba.
Şerê ku wek derbeya kujende li hêza super a wê serdemê hat xistin çawa hat qezenckirin? Li ser vê nîqaşên berfireh di rojevê de hene.
Beriya her tiştî xelkê Efxan bi xwe serkeftiyê vî şerî ye. Bi canê xwe û xwîna xwe mora xwe li binê vê serfiraziyê xistiye. Ji 15ê yekê nifûsa welat di şer de hat kuştin, yek ji sisêyan jî bû koçber. Bi sed hezaran însan seqet û bî û êtîm man.
Di birêveçûna şer de arîkariyên eskerî û maddî yên Amerîka û alîgirên wê piştgiriyeke baş bûn ji bo "Mucahidan". Bi taybetî moşekên strînger ên ji erdê ber bi hewayê ve. Lê belê îddiaya ku şer bi saya van hatiye qezenckirin efsaneyek e. Dema ku Amerîkayê dest bi dayîna moşekên dijefiroke dan Efxaniyan, jixwe şer ji aliyê Efxaniyan ve hatibû stendin. Dayîna Strîngeran, ji bo zêdetir têkbirina Sovyetê û komkirina nîmetên şer bû.
Wek din Artêşa Sor, faktora strîngeran jî li ber çavan digirt û di stratejiya şer de guherînên muhîm kiribûn. Moşekên li derveyî menzila moşekan bi jetan diavêt û helîkopter jî nizim didan firandin.
Encamên muhîm hetta werçerxêner ên şerê Sovyet-Efxanistanê çêbûn:
Şerê ku wek cenga Sovyet-Efxanistanê dixuya lê di rastiya xwe de şerê îdeolojîk ê Îslam-Komunîzmê bû, bi serkeftina Îslamê bidawî hat. Lê belê lazim e em piştgiriya bihêz a alema kapîtalîst li dijî Komunîstan da Efxaniyan piştguh nekin. Bi vî awayekî herdu hêzên super ên "Şerê Sar" jî di çaryeka dawîn a sedsala 20an de li hemberî Îslamê têk çûn. Pêşî nûnera kapîtalîzmê Amerîka li Îranê, piştre jî nûnera komunîzmê Yekîtiya Sovyete li Efxanistanê li hemberî Misilmanan winda kirin.
Îslam wek îdeolojiyeke alternatîf û fikrekî esasî li hemû dinyayê ket rojevê. Lê ji ber ku pêvajoyên piştî vê baş nehatin birêvebirin û manîpulasyonên ji derve ve hatin kirin, Îslam îdî ne wek terzekî jiyanê yê alternatîf digel terorê hat rojevê û dijminahiya li dijî Îslamê jî bilind bû.
Bizmarê herî dawîn ê tabûta Yekîtiya Sovyetê ku împeratoriyeke modern bû li Efxanistanê kutan. Yekîtiya Sovyetê 1922an li şûna Rûsyaya Çarî piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn di serdema Şerê Sar de yek ji du hêzên super bû. Çekên nukleerî jî di nav de hêza herî mezin a eskerî bû. Piştî şerê Efxanistanê Bloka Sovyetê rûxiya û belav bû. Gelek welatên ku di bin desthilata Împeratoriya Komunîst de bû gihîştin serxwebûna xwe. Komarên Asyaya Navîn jî serxwbûna xwe bi dest xistin. Herî muhîmtir serdema Şerê Sar bidawî hat. Amerîka wek hêza super a tekane li ortê ma.
-Karesata xelkê Efxan didome
Gelekî îronîk e lê Sovyet û Efxaniyan şer kiribû feqet welatê herî zêde biqezenc derketibû Amerîka bû.
Aliyê herî trajîk ê şerê Sovyet-Efxanistanê ku dewrek girtibû û dewreke nû dabû destpêkirin rewşa xelkê Efxanistanê bû. Lewra ewan bi îmkanên gelekî îbtîdaî-seretayî li dijî hêza eskerî ya di dinyayê de herî mezin serî rakiribû. Çog bi wan dan tewandin. Lê belê herkesî ji vî şerî îstifade kir, tenê xelkê Efxan tu qezenc bi dest nexist. Berevajiyê vê zirar û ziyanên pir mezin para wan ketin.
Karesata xelkê Efxan ku aramî, îstiqrar, zindeyî, duzen û ji milyonekê zêdetir însanên xwe ji dest dan hê jî didome.
Welat piştî vekişîna Sovyetê rastî şerê navxweyî hat û piştre ket bin hakimiyeta Talîbanê. Piştî bûyerên 11ê Îlonê jî rastî mudaxeleya NATOyê hat ku pêşengê wê Amerîkayê bû. Halê hazir qada şer herî temendirêj e di tarîxa Amerîkayê de. Wer xuya ye ku ev di demeke nêz de xelas nabe û hetta îşaretên ku dê şerên nû yên biwekalet dest pê bikin.
Efxanistanê heqê avakirina 9 binkeyên eskerî da Amerîkayê. Rûs ji hebûna Amerîkayê li wî welatî û hemû peymanên ewlehiyê aciz e. Loma jî Rûsan têkiliyên xwe ji nû ve digel Talîbanê xweş kirin û asta wê li aliyekî hebûna wê venaşêrin. Di rewşa îro de Talîbanê wek hêzeke mehellî dibînin.
27ê Kanûna Pêşîn 38emîn salvegera Îşxala Sovyetê bû. Par van çaxan Nûnerê Taybet ê Federasyona Rûsyayê li Efxanistanê Zamir Kabulov, mulaqateke dirêj dabû AAyê û gotibû: "Îşxala Efxanistanê xelet bû. Hem jî du caran xelet bû. Ya yekem lazim bû me ev nekira, ya duyem jî piştî em ketinê divabû em demildest derketibana. [1]
Wek ji encamên wê jî diyar e îşxala Efxanistanê ji bo Sovyetê xeletiyeke mezin bû heta Şaşîtiyeke Kujende.
[1] http://aa.com.tr/tr/dunya/rusyanin-afganistan-ozel-temsilcisi-kabulov-aaya-konustu/716239
news_share_descriptionsubscription_contact
