31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
KABUL
Di operasyona ku Hêzên Hewayî yên Efxanistanê li bajarê Nangarharê ku dikeve rojhilatê welêt kir de 25 endamên DAEŞê hatin kuştin.
Berdevkê Artêşa Efxanistanê ya li Nangarharê Mihemed Nûman Hatifî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên hewayî li herêmên cur bi cur ên Heske Meeneya navçeya bajêr kozikên DAEŞê hedef girt.
Hatifî diyar kir ku bi firokeyên M-17 û MD-530 li herêmên navçeya Heske Meeneyê yên wekî Dîwane Baba, Sandoqçe û Şîhano Kaleyê êrîşên hewayî hatin kirin û di êrîşê de 25 milîtanên DAEŞê hatin kuştin, 31 milîtan jî birîndar bûn. Hatifî da zanîn ku di nav kesên mirî de du fermandarên girîng ên DAEŞê ên li herêmê hene.
Berdevk Hatifî got ku "Di êrîşên hewayî yên ku şev dest pê kir û heta sibê berdewam kir de milîtanên DAEŞê yên ku civîn dikirin jî hedef girtin, li çar wesayîtên rêxistinê yên ku di nav wan de çek û cebilxane heye jî xistin."
Li Açîna navçeya bajarê Nangarharê di êrîşa ku Hêzên Hewayî yên Efxanistanê du roj berê kiribû de 68 milîtanên DAEŞê hatibûn kuştin.