Elif Orhan
19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
HESEKE
Rasera PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ya ser ofîsa Partiya Yekîtiya girêdayî Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û revandina birêvebirên wê li Hesekêyê hat protestokirin
Welatiyên kurd ên ku li Qamişloya navçeya Hasekêyê kom bûn îxlalên PYDê yên der heqê sivîlan de protesto kirin.
Di destê xwepêşandêran de wêneyên kesên ku PYDê ew revandibûn hebû xwepêşandêran bertek nîşanê îxlalên ku milîtanên PYDê dikin, revandin û li eniyên xwe bicîkirina ciwanan û radestkirina birêvebiran dan.
Hesen Salihê Arîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî yê ku PYDê duh ew revand û piştî çend saetan serbest berda di xwepêşandanê de axivî û îxlalên rêxistinê şermezar kir û got ku "PYD xizmeta kurdan nake. Bereksê wê xizmeta rejimê dike."
Salih bangî rêxistinê kir ku dev ji sepanên xwe yên keyfî bîne û qal kir ji bo ku rayedarên ENKSê yên ku hatine revandin serbest bên berdan dê xebatên xwe berdewam bikin.
Duh milîtanên PYD/PKKya rêxistina terorê bi qasî saetekî ofîsa Partiya Yekîtî ya li bajaroka Amûdêya girêdayî navçeya Qamişloyê ya Hesekê dorpêç kiribû û pişt re raserî ofîsê kiribû û Arîkarê Sekreterê Giştî jî di nav de 6 birêvebir revandibûn.
PKK/PYD pêr jî bi hinceta ku bêrûhsad dixebite radyoya partiyê girtibû, demek kurt du xebatkar binçav kiribûn û pişt re ew serbest berdabûn. Milîtanan eşyayên ku li radyoyê dest danîbûn serê jî teslîm nekiribûn.