18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
HEWLÊR
108 tir alîkariya ku Heyva Sor a Tirkan û Serokatiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo sivîlên Mûsilê şand gihîşt Hewlêrê.
Şafak Lostarê Berpirsiyarê Delegasyona Alîkariya Însanî ya Iraqê ya Heyva Sora Tirkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Lostar diyar kir ku 78 tir bi destê AFADê û 30 tir jî bi destê Heyva Sora Tirkan hat amadekirin û wiha got: "Di 108 tiran da melzemeyên alîkariyê yên ku bihayê wan 6 milyon dolar e, hene."
"Lostar diyar kir ku ew ê di demeke kin da amûrên alîkariyê bigihînin malbatên li Mûsil û wiha got: "Di nav amûrên alîkariyê yên ku gihîştin Hewlêrê da amûrên hundirê konan, konteyner, betanî, tulumên xewê, doşek û kon hene."
Lostar destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirliyeyê berê jî 20 tir amûrên alîkariya mirovahî sewqî herêmê kiribû û wiha got: "Ji 17ê cotmehê ya ku operasyonê dest pê kir vir da em her tim hewl didin ku hewcedariyên birayên xwe yên mûsilî bibînin."
Hat ragihandin ku qismeke 108 tir amûrên alîkariyê yên ku Tirkiyeyê ji bo sivîlên Mûsilê şandibû ew ê bi merasim teslîmî Heyva Sor a Iraqê û rayedarên kampê bikin, qisma din jî li depoyan bidin sekinandin û li gor hewcedariyan li malbatan belav bikin.