DIYARBAKIR
Li ser vexwendina Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr (GGC) komeke rojnamevan ji Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hatin Tirkiyeyê. Rojnamevan çûn serdana Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr.
Baydemir li ber deriyê şaredariyê bi gulên sor pêşwaziya qefleya rojnamevanan kir ku di nav wan de Serokê GGCyê Weysî Îpek jî hebû. Hevdîtin li meqama Baydemir pêk hat. Baydemir ji Serokê GGCyê Îpek re sipas kir ku rojnamevanên ji Iraqê vexwendiye û wiha got: "Wateya hewldanên bi vî rengî girîng in. Bi vê wesîleyê em bextewar in ku birayên me yên ji HKIFê hatine vir û bûne mêvanên me. Em hêvî dikin ku pêwendiyên bi rengî berdewam bikin."
Îpek jî destnîşan kir ku ne ji bo siyasetê, ji bo ku di navbera me de pireyên dostaniyê bên avakirin me hemkarên xwe yên ji Iraqê vexwend û wiha axivî: "Ji ber vê jî em kêfxweş û bextewar in ku hemkarên me yê ji Iraqê hatine vir û bûne mêvanê me. Di çarçoveya vê serdanê de em ê îro bi hemkarên xwe re maçekê bilîzin."
Rojnamevan Huner Omer li ser navê rojnamevanan plaketek da Baydemir û paşê jî bi hev re ji bo bîranînê wêne kişandin.