ERBÎL
Li gor daneyên Serokatiya Berxwedanê ya Dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF), di 4 salên dawîn de tundiya li ser jinê zêdetir bû.
Li gor daneyên Serokatiya Berxwedanê ya Dijî Tundiya li ser Jinê ya HKIFê li sê herêmên Kurdistanê, di 4 salên dawîn de 16 hezar û 918 jin rastî tundiyê hatin. Li gor daneyan jin tên tehdîtkirin, rastî destdirêjiyê tên; herwiha jin xwe dikujin, xwe dişewitînin an jî tên şewitandin. Li gor daneyan di sala 2010an de 4233, di 2011an de 4075, di 2012an de 4645 û 8 mehên ewil ên 2013an de 3665 jin rastî tundiyê hatin.
Midûrê Giştî yê Wezareta Berxwedanê ya Dijî Tundiya li ser Jinê Kurdo Ebdullah daxuyanî da nûçegiyana AAyê û got ku li sê bajarên HKIFê bi tevahî 28 ofîs, 105 wezîfedarên ewlehiyê, 1137 xebatkarên wan ên jin hene û hikûmet li ser projeyên nû dixebite.
Ebdullah îfade kir ku li herêma Kurdan jin her roj rastî şidet û lê danê tên û wiha got: "Hejmara jinên rastî tundiyê tên roj bi roj zêde dibe. Ya rast jinên me êdî hişyar bûn. Mijara herî zêde me aciz dike şewitandin an xwe şewitandina jinê ye.
-"Ji bo rê li ber şidetê bê girtin xebat tên kirin"
Aktîvista mafên jina Endama Komisyona Serokatiya Partiya Yekîtiya Îslamê Şemse Ehmedê jî got ku dinya her diçe biçûk dibe, pêşveçûna teknolojî û înternetê, li ser malbat û civakê bandoreke neyînî dike.
Ehmed, got ku ji ber stres û ragêşiya rojane mêr berê xwe didin jinan û wiha pê de çû: "Her diçe tundiya li ser jinan zêdet dibe. Jin ditirsin û bê deng dimînin. Ji bo rê li ber şidetê bê girtin xebat tên kirin, lê rê li ber nayê girtin."
-"Ji ber ku tên qeydkirin wek zêdebûyî dixuye"
Sekretera Giştî ya Berpirsiyarê Karên Jinan a HKIFê Perşan Zenganeyê parast ku ji ber jinên rastî şidetê tên di salên dawî de tên qeydkirin, mirov dibêje qey şidet zêde dibe, lê ne wisa ye.
Zenganeyê da zanîn ku ji bo ji holê rakirina şidetê dixebitin û wiha got: "Em semîner û komxebatên der barê tundiya li ser jinê de li dar dixin. Li hin herêman şidet kêm dibe, jin li hemberî tundiyê bê deng namînin."