Ulaş Güven
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê nokên ku jinên Koperatîfa Pêşketina Çandinî û Jinan a Demeterê çandibûn, hatin çinîn.
Qaymeqamê Yuksekovayê Volkan Hulur li gundê Kamişliyê yê li ser navçeyê beşdarî bernameya dirûnê bû û diyar kir, navçe ji bo çandinî û heywandariyê di asteke girîng da ye.
Hulur daxuyand ku Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê û saziyên civaka sivîl di van qadan da xebat meşandin û wiha dewam kir:
"Jin di vê mijarê da serkeftî ne û hewldaneke mezin didin. Em timî ligel cotkarên me û bi taybetî ligel jinên me yên hilberîner in. Em ê ji vir û şûnda jî piştgiriyê bidin jinên me yên cotkar ên hilberîner. Digel çandiniyê divê navçeya me di qadên bazirganî, turîzm û sanayiyê da jî were pêşxistin. Em ê bi sazî û saziyên civaka sivîl ra xebatên xwe bidomînin. Ez spasdarê kedkarên bernameyê me."
Seroka Koperatîfa Pêşketina Çandinî û Jinan a Demeterê Derya Taşarê jî diyar kir, nokên ku wan bi tovê bav û kalan li gundê Kamişliyê ser nêzî hezar qeremêtreyî çandibûn, dirûtin.
Taşarê diyar kir ku ew ê nokan 15-20 rojan li ber tavê hişk bikin û paşê ji bo ku heb û sapê wan ji hev biqetînin, traktor wê ser ra here û were. Taşarê wiha dewam kir, "Paşê jin dicivin û nokan ji nava sap dijbêrin. Armanca me ew ku em nokan li ser malpera e-ticaretê bifiroşin."
Piştî ku Qaymeqam Volkan Hulur û Kubra Hulura jina wî bi hilberîneran ra nok çinî, ji beşdaran ra berên herêmî hat îkramkirin.