Bozhan Memiş
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Fenerbahçeya ku di pêşbirka ewil a tûra play-offê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê da bi tîma Olîmpîk Lyon ra 1-1 beranberî hev ma, tûr ji rovanşê ra hîşt.
Rahênerê Fenerbahçeyê Îsmaîl Kartal piştî pêşbirka ku li Stada Chobanî hat lîstin di civîna çapemeniyê da axivî.
Kartal piştî pêşbirka ewil a tûra play-offê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya dijî tîma Olîmpîk Lyonê bi 1-1 beranberiyê qediya daxuyand ew bawer dike ku ew ê pêşbirka rovanşê qezenc bikin û derbasî qonaxa lîgê bibin.
Kartal diyar kir piştî pêşbirka bi Gençlerbîrlîgî ra wan derfet nedîtiye ew ji bo pêşbirka bi Olîmpîk Lyonê bi têra xwe amade bibin.
Kartal daxuyand wan rojek beriya pêşbirkê karibûye perwerdeya taktîkî bikin û wiha got: "Heta beriya pêşbirka îro em bi futbolîstên xwe ra hem ji hêla dîtbarî û hem jî ji hêla teorîkî va xebitîn. Xebatên me yên der barê hevrikê me dikare çi bike û divê em çi bikin da hatin kirin. Em baş bi dersa xwe xebitîn. Lyonê jî baş lîst. Me dikaribû em bi ser bikevin, lê bi 1-1 beranberî bi dawî bû."
Kartal spasiya alîgirên tîmê kir û wiha dewam kir: "Em ê ji bo serketina pêşbirka duyemîn herin. Înşallah em ê bi ser bikevin û beşdarî Lîga Şampiyonan bibin û vê serketinê diyariyê alîgirên xwe bikin."