08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ANKARA
Dengdayîna ku li ser malperên Ajansa Anadoluyê yên Tirkî û Ingîlîzî birêve çû, di kategoriya xeberan de 22, di kategoriya jiyanê de 27, di kategoriya sporê de ji 15 fotoyan "Fotoyê Mehê" û ji 5 vîdeoyan jî "Vîdeoya Mehê" hatin hilbijartin.
Yekemînê kategoriya xeberan

Hezkirina Erdogan - Serkomar Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Novi Pazara Sirbistanê Konseya Neteweyî ya Boşnakan ziyaret kir. Erdogan di çûna avahiya konseyê de bi zarokeke ku hezkirina xwe jê re nîşan da fotograf da kişandin.
Yekemînê kategoriya jiyanê

Li Manîsayê bara kevirê esmanî- Barana kevirê esmanî ya herî gurr ku di nav xelkê de wek "xuricîna stêrkê" tê zanîn Orionid, li Kulaya navçeya Manîsayê li Parka Tebîetê a Paceyên Periyan hat dîtin.
Yekemînê kategoriya jiyanê

Kêfxweşiya Tirkiyê -Tîma Neteweyî ya Ampute ya Tirkiyê di maça Fînala Şampiyoniya Ewropayê de ku ji aliyê Federasyona Futbola Ampute ya Ewropayê de li Tirkiyê hat lidarxistin Tîma Neteweyî ya Ampute ya Ingîltereyê 2-1 têk bir. Lîstikvanan piştî maçê kêfxweşiya xwe diyar kir.