Dema ku leşkerên Îsrailê ciwanekî filistinî kuşt kameramanê AAyê jî dîmen kişand. Piştî weşandina dîmenan der heqê leşkerên Îsrailê da lêpirsîn hat vekirin.
25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
Quds
QUDIS
Li Şerîaya Rojava, bajarê Beytullahîmê û bajaroka Takkuyê dema ku leşkerên Îsrailê ciwanekî filistinî kuşt kameramanê AAyê jî dîmena leşkeran kişand. Piştî weşandina dîmenan artêşa Îsrailê der heqê leşkerên Îsrailê da lêpirsîn vekir.
Li gor nûçeya Tîmes Of Israelê artêşa Îsrailê piştî dîmena kuştina Qusay El Amûrê 17 salî derket ku bi destê leşkerên Îsrailê hat kuştin, lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor nûçeyê, di lêpirsîna ku artêşa Îsraîlê vekir da hat îdiakirin, El Amurê ku hat kuştin "ketiye rikê" leşkeran.
Hefteya çûyî roja duşemê li bajaroka Takkuyê di navbera leşkerên Îsrailê û ciwanên filistînî da rageşî derketibû û leşkerên Îsrailê El Amûr kuştibû û kameramanê AAyê jî wê demê dîmen kişandibû. Paşê dîmen di nav çapemeniya dinyayê da belav bû û înfîal çêbûbû.