Fırat Taşdemir
02 Sibat 2022•Rojanekirin: 04 Sibat 2022
Meha Recebê ji bo alema Îslamê meheke girîng e, pêncşema ewil a mehê jî wekî Şeva Rexaîbê tê îdraqkirin û wekî "şeva rihmet û bereketê" tê qebûlkirin.
Di ferhengê da meneya rexaîbê ew ku "tişta gelekî eleqe tê nîşandan û bexşa bi qîmet", di lîteratura hedîs û fiqhê da jî bi meneya "xêr, mikafat û emelên bi fazîlet".
Bahattîn Akbaşê Pisporê Lijneya Bilind a Karên Dîn ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dibê rexbet û daxwaz ji Xwedê werin kirin.
Akbaş bal kişand ku dibê Misliman nebin hêsîrê daxwaz, hewes û kêfa xwe û got, "Dibê em hîn bibin ku nefsa xwe bikin bin hikmê xwe û berî xwe bidin Xwedayê xwe."
Akbaş tewsiye kir ku Şeva Rexaîbê nimêj bikin, dia bikin û roja înê jî rojiyê bigrin û wiha pê da çû: "Em vê şevê xewtê xwe bi îbadetê derbas bikin. Ya ku me şa bike ew e ku Xwedê zikr bikin ji bîr û dilê xwe kêm nekin."