Haydar Şahin
26 Sibat 2020•Rojanekirin: 28 Sibat 2020
Îro Şeva Rexaîbê ya li alema Îslamê wekî qasidê "sêmehkan" ên rihmet û bereketa wan zêde tê qebûlkirin e.
Li alema Îslamê sê meh girîng in, ji wan mehek jî meha recebê ye û şeva di navbera pêncşema mehê ya ewil û înê da wekî Şeva Rexaîbê tê pîrozkirin û ev şeva wekî "şeva rihmet û bereketê" tê qebûlkirin.
Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Dîn a Serokatiya Karûbarên Diyanetê ew ê ji bo Şeva Rexaîbê hin çalakiyan li dar bixe.
Li mizgeftên Enqere Bêştepe, Afyonqerehîsar Gedîk Ehmed Paşa, Edene Sabanci Navend, Stenbol Eyub Siltan û Qonya Kampusê bernameyên taybet werin lidarxistin, Quranê were xwendin û selawatan bikişînin.