Cüneyt Çelik
19 Adar 2022•Rojanekirin: 20 Adar 2022
Ji ber berf û bagerê rêya Qers û Îdirê ji her du aliyan va hat girtin.
Li Qersê serê sibehê berf barî û di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe.
Ji ber berf û bagerê destûr nayê dayîn ku wesayît di rêya Qers û Îdirê da herin û werin.
Polês û cendirmeyan rêya ku gelek wesayît tê da mehsûr mane, girt.
Ekîbên rêbejê ji bo xelaskirina wesayîtan û seba vekirina rê xebat da destpêkirin.