Önder Beyter
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê li Wan, Bitlîs, Mûş û Hekariyê rêya 93 gundan hat girtin.
Midûrê Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şah Şenturk di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku ji ber berf û bagerê li navenda bajêr û navçeyan rêya 4 gund û 18 goman hatin girtin.
Şenturk bal kişand ku ji bo vekirina rêyên gundên li ciyên serdest, ekîb bênavber xebatên xwe didomînin ku wê di kurtedemekê da rê bên vekirin.
Şenturk bal kişand ku ji bo berdana ceyrana 8 gund û 11 gomên li devera Uçevlerê ku ji ber bagerê qût bibû, ekîbên AŞya Dayîna Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) alîkarî ji eskeran xwest û piştî 8 saet meşeke dijwar gihîştin ciyê erzieyê. Şenturk diyar kir ku 25 kîlomêtro xeta ceyranê ya ku bagerê zirar dabûyê, xebata temîrkirinê hat kirin û wiha dewam kir:
"Aniha li ciyê ku em lê ne ekîban erize çêkir. Me ceyrana van gundên xwe berda. Şert û merc çi bin jî em hewl didin dixebitin û ceyranê didin gundan. Ez spasiya kesên ku keda wan tê da heye dikim."
Dîsa ji ber berf û bagerê li Hekariyê rêya 3 gund û 8 goman, li Bitlîs û Wanê jî ji her yekê rêyên 30 gundan hatin girtin. Ekîb bênavber dixebitin.