İbrahim Atmaca
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berfê rêya 28 gund û mezreyên Wan, Bedlîs, Mûş û Hekariyê girt.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, berf û bagerê li giştiyê bajêr rêya 7 gund û mezreyan girt, ekîb ji bo ku rê vekin dixebitin.
Midûrê Xizmetên Rê û Çûyînhatinê yên Îdareya Taybet a Bedlîsê Umît Kurtkan jî diyar kir ku berfê li giştiyê bajêr rêya 14 gund û mezreyan girt.
Kurtkan diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebat dewam dikin, ji bo rewşên acil ekîb amade ne.
- Mûş û Hekkarî
Li Mûşê berf û pûkê rêya 4 gundên li ser navendê girt.
Midûrê Xizmetên Hatinçûyînê yên Îdareya Taybet a Bajêr Mehmet Şah Şenturk diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî ekîb dixebitin.
Ekîbên rêbejê yên şaxa Mûşê jî ji bo ku rêya Mûş-Kizilagaçê vekin, li texma Çiyayê Kozmayê dixebitin.
Ekîb rê xwê dikin ku bûza rê bihele.
Li Hekariyê ji ber rewşa hewayê çûyîn û hatina gundek û 2 mezrayan tuneye.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rê vekin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê û bişev dê cemed çêbibe û cî bi cî mij û xumam wê were dîtin.