28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ŞANLIURFA
Fadîme Atalara ji parêzerên Baroya Şanliurfayê ji ber ku piştî 28ê Sibatê sergirtî bû 16 sal şûnda cube li xwe kir û gihîşte mirazê xwe.
Atalara 46 salî ya ku mêrê wê jî parêzer e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya 28ê Sibatê ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû lê belê ji ber ku sergirtî bû di pêvajoya ku dest pê kir da gelek tengasî kişand.
Atalarê destnîşan kir ku di wê heyamê da ji parêzeran hin kes dixistin mamoste, ji ber ku mamostetî li gor parêzeriyê hêsan bû, ew jî zewicî bû û xwediyê 2 zarokan bû serî li midûriyeta perwerdeya neteweyî xist.
Atalarê diyar kir ku serîlêdana wê hat qebûlkirin û tayînî dibistaneke seretayî ya li Gazîentabê kirin û wiha got, "Çaxa ku min ewraqên xwe da Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Gazîentabê ji ber ku wêneya min a di dîplomeyê da sergirtî bû nehat qebûlkirin. Ji min ra gotin ku di mamostetiyê da dibê ez serê xwe vekim, heke serê xwe venekim nikarim mamostetiyê bikim. Ji bo ku serê xwe venekim min jî dev ji mamostetiyê berda."
- Min biryar da ku parêzeriyê bikim
Atalarê got çaxa mamostetiya wê nebûye wê jî biryar daye ku parêzeriyê bike, ji bo ku bibe parêzer jî dibê stajê bike lêbelê ji ber ku serê wê girtîbûye destûr nedanê ku staja xwe bike.
Atalarê got di encama lêkolînan da haya wê pê ketiye ku li Edliyeya Qehremanmaraşê ew ê wê sergirtî îdare bikin û li ser vê dest pê kiriye û her roj çûye Qehremanmaraşê û di salekê da staja xwe temam kiriye.
Atalarê diyar kir ku bi mêrê xwe ra hatine Şanliurfayê û li wê derê buro vekirine û wiha pê da çû:
"Ji ber tengasiyên ku pêvajoya bi xwe ra anî dadgeran ji min ra gotin ku nikarim di edliyeyê da sergirtî bixebitim. Dadger ji min got çaxa ku têkevim rûniştina dadgehê dibê der heqê min da zabitnameyê bigre, heke negre jî karê wî yê têkeve tengasiyê. Ez hetanî qedexe rabû qasî 15 salan li bûroya xwe di karên îcrayê û wek şêwirmend xebitîm. Di vê demê da min nikaribû têketima rûniştinan, min bi tenê di edliyeyê da hin kar teqîb dikir lê belê ji ber ku cube li xwe nedikir jî li ber xwe diketim. Ji bo parêzerekî cube zehf girîng e, her tişt e. Çaxa cube li xwe nekî nikarin te ji welatiyan ji hev derxin."