28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
MUŞ
Li Mûşê Mehmetcan Argunê (43) ku nexweşê qelb e nikare bixebite û arîkariyê dixwaze.
Argun li taxa Zaferê di barakayê de bi du zarokên xwe dijî. Argun got ku ew nikare bixebite û bi arîkariya cîranên xwe debara xwe dike. Argun wiha axivî:
"Ez ducaran anjyo bûm. Bijîşk nahêlin ez bixebitim. Zarokên min mexdur bûn. Ez bi arîkariya Weqfa Arîkarî û Piştevaniya Sosyal (SYDV) niha îdare dikim. Ez ji xêrxwazan arîkariyê dixwazim. Karekî ku bijîşk desturê bidin ez dikarim bikim."